• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê eşîreke erebên sunnî: Şîeyên Iraqî dê li ser hikûmetê li hev bidin!

Serokê eşîreke erebên sunnî: Şîeyên Iraqî dê li ser hikûmetê li hev bidin!
Serokê eşîreke erebên Iraqê dibêje, îhtimal heye şîeyên Iraqê li ser hikûmet û desthilatê li hev bidin.

Serokê eşîra El Ubêd, ku yek ji eşîrên mezin yên devera Selahedîn ya Iraqê ye, ji BasNewsê re axivî û pesnê Serok Barzanî û gelê Kurdistanê da bo hewandina bi sedan hezar koçberên Iraqî.

Şêx Qusey El Sadiq El Ubêdî her wiha got, kurd miletekî hêja û dilsoz in ji ber wê jî em bi dostaniya kurdan serbilind in.

Wî mezinê erebên sunnî li ser nakokiyên şîeyên Iraqê di mijara pêkanîna hikûmeta nû de jî got, jixwe yên ku di hilbijartinan de hatine hilbijartin, hemû kesên gendel û diz in. Bi texmîna min şîe dê li ser hikûmetê li hev bidin ji ber ku nakokiyên wan gelekî kûr in.

Serokê eşîra El Ubêd da xuyakirin, li Iraqê arîşeya esasî nebûna ewlehî û aramiyê ye. Gunehê wê jî di stûyê siyasetmedaran de ye. Ew tawanbar in ji ber ku ew li şûna ku welat avedan bikin, wêran dikin!


Basnews
Top