• Thursday, 26 February 2026
logo

Ji 10 berbijêrên xwedî dengên herî zêde 7 kes Kurd in

Gulan Media October 17, 2021 Nûçe
Ji 10 berbijêrên xwedî dengên herî zêde 7 kes Kurd in

Li gor encamên femrî yên hilbijartina parlamentoya Iraqê ku doh şev Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê belav kirine, ji 10 berbijêrên serkeftî ku zêdetirîn deng bidest xistine, 7  kes Kurd in û ji parêzgehên Duhok, Hewlêr û Kerkûkê ne.

Weke ku komîsyonê ragihandiye, ji wan 7 berbijêrên Kurd jî ku dengên herî zêde li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê wergirtine, 3 ji Duhokê, 3 ji Hewlêrê û kesek jî ji Kerkûkê ye.

6 kes ji wan 7 berbijêrên Kurd jî ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û kesê din berbijêrekî serbixwe ye ku Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) piştgiriya wî dikir.

Ji 10 berbijêrên xwedî dengên herî zêde li ser asta Iraqê, 3 ji wan Ereb in ku 2 ji wan ji parêzgeha Zîqar û yek jî ji Enbarê ye. Du kesên ji Zîqarê ser bi Tevgera Îmtîdad ve ne û berbijêrê ji Enbarê jî ser bi Hevpeymaniya Teqedum ve ye.

Li gor encamên fermî yên komîsyonê, ew 10 berbijêr û rêjeya dengên wan bi vî awayî ye:

1- Cemal Ehmed Mihemed, Bazneya 1 a Duhokê (Yekgirtû): 56,702 deng

2- Nehro Mehmûd Qadir Seîd, Bazneya 1 a Hewlêrê (PDK): 44,928 deng

3- Dawûd Îdan Dawûd Etiye, Bazneya 2 a Zîqarê ( Tevgera Îmtîdad): 41,399 deng

4- Şaxewan Ebdulah Ehmed, Bazneya 1 a Kerkûkê (PDK): 37,099 deng

5- Sîpan Ezîz Hedo Xidir, Bazneya 1 a Hewlêrê (PDK): 37,099 deng

6- Mihemed Rêkan Helbûsî, Bazneya 1 a Enbarê (Hevpeymaniya Teqedum): 36,793 deng

7- Ela Kamil Cebar Elrukabî, Bazneya 1 a Zîqar (Îmtîdad): 34,870 deng

8- Mihemed Sidîq Xoşnaw, Bazneya 1 a Hewlêrê (PDK): 33,656 deng

9- Muwefeq Şehab Paşa Şehab, Bazneya 3 a Duhokê (PDK): 29,990 deng

10- Xalid Selîm Emîn Casim Rêkanî, Bazneya 1 a Duhokê (PDK): 29,083 deng

 

Rudaw

Top