• Thursday, 26 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ji bo bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Gulan Media October 17, 2021 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ji bo bîranîna jidayîkbûna Hezretî Muhemed

Serok Mesûd Barzanî bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) peyamek belav kir û ragihand: “Pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya salvegera jidayîkbûna Pêxemberê mezin, Hezretî Muhemed El-Mustefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaxkar in ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserî Iraq û navçeya me.

Ji Yazdanê mezin dixwazin di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de veke û aştî û aramiyê bi cîhan û navçeyê de bîne.

 

K24

Top