Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hevpeymanan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê John Brennin dike.
Di hevdîtinê de, dawî pêşhat û guhartinên Iraq û Sûriyê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş hatin guftûgokirin.
Fermandarê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, ji bilî amajepêdan bi berdewamiya piştevaniya li hêzên Pêşmerge di şerê li dijî teroristên DAIŞê de, dûpat jî kir ku DAIŞ hîn jî li Iraq û Sûriyê gefeke rasteqîn e.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevkariya Hevpeymanan kir û tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kir, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îradeya Herêma Kurdistanê, ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê li navçeyê. Got jî, aramiya rewşa Iraqê, bandora wê ya erênî li ser ewlehiya navçeyê bi giştî dibe.
K24
