Partî û YNK pêkanîna hevpeymaniyê gotûbêj dikin
Ji aliyê xwe ve, endamê serkirdatiya YNK Arêz Ebdella, ji Kurdistan24ê re diyar kir, ku hin aliyên opozisyonê li Kurdistan, hengî li ser desthilatê tî bûne, ne ku tenê nav mala Kurd têk didin, lê ew dixwazin Hikûmetê jî biherifînin, hewriha got: Canê dijberiyê li nav Kurdistanê, li Bexdayê jî bandor li ser yekdengiya Kurdn kiriye.
Ev yek di demekê de ye, aliyên nerazî yên Kurdistan heya niha di wê baweriyê de ne, ku piroseya hilbijartinan bê dubarekirin, ji ber ku ew ji encamên hilbijartinan nerazî ne, lê bi van encaman jî, heger Kurd bi yek hevpeymaniyê biçin Bexdayê, wê hejmara kursiyên Kurdan ji yên hemû lîstên din yên Iraqî bêtir be.
K24
