• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Eger şirîkatiya rast nebe em nabin şirîkê hikûmeta nû ya Iraqê

Berpirsekî PDKê: Eger şirîkatiya rast nebe em nabin şirîkê hikûmeta nû ya Iraqê
Endamekî şanda PDKê ya ku bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê çûye Bexdayê, dibêje, heta niha ti nîşaneke pêkhatina hikûmeta nû nayê dîtin.

Piştî hilbijartinên Iraqê, partî û aliyên siyasî dest bi hevdîtinan kirin bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê. Yek ji wan partiyan jî PDK bû ku şandeke wê partiyê çûye Bexdayê.

Endamê wê şanda PDKê û berpirsê liqa PDKê li Bexdayê, Şivan Mihemed Taha ji BasNewsê re got, hevdîtin didomin lê rewşa Iraqê ew qasî baş nîne ku bi civînek yan du civînan hikûmeta nû pêk were.

Şivan Mihemed Taha her wiha got, qesta me ew nîne ku em post û meqaên zêdetir ji xwe re werbigirin, qesta me ew e ku em ji rayedarên Bexdayê re bêjin eger şirîkatiyeke rast nebe em nabin şirîkê hikûmetê.

Wî endamê şanda PDKê anî ziman ku bo pêkanîna hikûmeta nû ti mercekî wan nîne û ti mercekî jî qebûl nakin û got, mixabin heta niha ti nîşaneke pêkhatina hikûmeta nû nehatiye dîtin, ji ber ku kes bawerî bi kesî nahîne.

Basnews
Top