Nêçîrvan Barzanî bi Emîrê Qeterê û berpirsên Dohayê re behsa çi dike?
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt peytaxta Qeterê bajarê Dohayê û ligel Wezîrê Derve yê Qeterê û hejmarek berpirsên din ên Qeterê re civiya.
Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman El Sanî di 25ê Adara 2021an de bi serdanekê gihişte Herêma Kurdistanê da ku vexwendineke fermî ji Mîrê Qeterê radestî Serokê Herêma Nêçîrvan Barzanî bike û ew jî serdana wî welatî bike.
Di bersiva vê vexwendinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 14ê Cotmeha 2021an bi serdaneka fermî gihîşt Dohayê û bi bilindkirina Ala Kurdistanê pêşwazî li wî hat kirin.
Rudaw
