• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Almanyayê nehîştin parlamenterên berê yên HDPê biaxivin

Li Almanyayê nehîştin parlamenterên berê yên HDPê biaxivin
Li bajarê Kolnê yê Almanyayê mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat sazkirin lê polîsên alman rê nedan herdu parlamenterên berê yên HDPê Ahmed Yildirim û Tugba Hezer di mitîngê de biaxivin.



Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê Zinar Şino ragihand ku Almanyayê ji bo mitîngê destûr da HDPê lê mafê axaftinê neda herdu parlamenterên berê yên HDPê Ahmed Yildirim û Tugba Hezer.



Hikûmeta Almanyayê ku ji bo Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê ji siyasetmedarên Tirkiyê re qedexeya kampanyaya hilbijartinê derxistibû lê tevî vê yekê HDPê destûr wergitrt duh li Kolnê mitînga xwe saz kir.



Navê Ahmed Yildirim û Tugba Hezer jî wek axaftvan di bernameyê de hebûn, lê polîsan nehişt ew derbikevin ser dike û axaftina xwe bikin.



Ev mîtinga HDPê di navbera Tirkiye û Almanyayê de bibû mijara nîqaşê û Wezareta Derve ya Tirkiyê ji ber ku Almanyayê destûr da HDPê Almanya bi tundî şermezar kir û ragihand ku ev helwest durûtî ye.

Rudaw
Top