• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Neteweyên Yekbûyî kir

Gulan Media October 15, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Neteweyên Yekbûyî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 14ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên li Iraqê û proseya hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê gotûbêj hat kirin û rola çavdêriya navdewletî û Neteweyên Yekbûyî di piştevanîkirina û serxistina proseya hilbijartinan de hat nirxandin.

Her du aliyan xwazyar bûn ku hikûmeta dahatû ya Iraqê hikûmeteke giştgîr be û bêyî ciyawazî, xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bike.

 

K24

Top