Girtiyan hewla şikandina girtîgeha Dihokê dan
Li gor zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Dihokê, Erebên ji ber pêwendiya wan bi DAIŞê û terorê re hene û li wê zîndanên girtî ne, xwastin êrîşî polîsan bikin û hin deriyên girtîgehê jî şikandin.
Di encama wê êrîşê de pevçûn di navbera wan û polîsan de derket û 7 girtiyan canê xwe jidest dan û hejmarek polîsan jî birîndar bûn.
Peyamnêre me li Dihokê ragihand jî, ewên canê xwe jidest dane, ji ber sedema agir bû, ku ji aliyê girtiyekî ve agir hatibû vêxistin.
Jêderekî ku nexwastiye navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got, piştî hewla êrîşa girtiyên Ereb, polîsan hewl da rewşê kontrol bikin, ji ber wê sedemê tundtûjî derket û piştre rewş hate kontrolkirin.
Herwiha da zanîn jî, Rêvebirê Girtîxanê jî birîndar bû, lê birînên wî sivik in.
aşkere kir jî, zêdetir ji 400 girtiyên Ereb di wê zîndanê de girtî ne, piraniya wan ji ber sedemên terorê û hebûna pêwendiya bi DAIŞê re girtî ne.
K24
