Amerîka firotina F-35an bo Tirkiyê radiwestîne
Pêşnûma derfetê dide Pentagonê ku di sala 2019an de 639.5 milyar dolar, ji van 69 milyar dolar bo operasyonên li pişt deryayan, 700 milyon dolar ji bo bernameyên li derveyî parastinê, bi tevahî 709.2 milyar dolarî xerc bike.Li gorî versiyona li Pêşnûmaya Meclisa Nûneran tê pêşbînîkirin ku derbarê peywendiyên bi Tirkiyê re raportek were amadekirin û firotina F-35an bo Tirkiyê tê rawestandin.
Li gorî nûçeya BBCya tirkî ji bo ku pêşnûma bibe qanûn pêngava ewil derbas kir. Senatoyê jî versiyona Komîteya Xizmetguzariyên Çekdar erê kir û daxwaz kir ku di vê versiyonê de firotina F-35an bo Tirkiyê ji raportê were derxistin. Ev versiyon dê li Senatoya amerîkî were dengdan.
Beşa pêşnûmayê beşeke bi navê ‘Raporta DerBarê Peywendiyên Amerîka û Tirkiyê’ heye. Xalên raportên ên derbarê F-35an de wiha ye:
Waar.tv
