Amerîka û Tirkiyê derbarê Minbicê li ser nexşerêyekê li hev kirin
Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê li Enqerê ragehandî ku, îro şandên hevbeş ên Tirkiyê û Amerîka li Enqerê derbarê rewşa Minbicê li hev civiyan, di encama civînê nexşerêyek li ser hevkariya hevbeş bo aramiya Minbicê hat dayîn.
Li gor heman daxuyaniyê tekez kirî ku, di 4ê Hezîrana bê de wezîrê Derbe yê Amerîkayê û yê Tirkiyê li Washington bo cîbecî kirina wê nexşerêyê hevdîtinê pêktînin.
Bajarê Minbicê ku Tirkiye gefa êrişkirinê dixwar, niha di bin kontrola hêzên Kurdî û hevpeymaniya navdewletî de ye.
Basnews
