YÛNANISTAN - Êrişî koçberên Rojava kirin: 4 kuştî
Li gorî dîmenên ku bi berfirehî li ser torên civakî hatine belavkirin, xuya dibe ku çend gencên Erebên Sûriyê ku ji xelkê Dêrazorê ne, herwiha ligel çend gencên Erebên Iraqê êrîşî konên koçberên Rojavayê Kurdistanê li girava Mîtîlînî kirin, ku boriyên hesinî di destê wan de ne.
Di dîmenan de xuya dike ku cenazeyên hin xortên Kurd li erdê ne, herweha çend xort jî bi giranî birîndar bûne.
Herwiha di nav dîmenan de, kesên ku êrîş kirine ser xortekî Kurd piştî ku hatiye kuştin û li du xwe kaş dikin, ji ber ku ew dîmen giran in, em nikarin parve bikin, lê ya balkêş ew e, tevî ku wê êrîşê gelekî dirêj kiriye, hêzên polîsên Yûnanistanê di dîmenan de nayên dîtin.
Rudaw
