Komandoyên Kurdistanê li ser rewşa Kerkûkê: Em di amadebaşiyê de ne
Hêzên Komandoyên Kurdistanê ragihandin ku ew êrîşa li ser xelkê Kerkûkê şermezar dikin û hêzên wan di amadebaşiyê de ne û li benda fermanê mane. Ev yek di demekê de ye ku ev du roj e rewşa Kerkûkê aloz e û hêzên lîwaya 61 a girêdayî Encûmena Wezîrên Iraqê bi dehan ciwanên Kurd desteser kirine.
Hêzên Komando yên Kurdistanê li ser hesabê xwe ya Facebookê têkildarî geşedanên li Kerkûkê daxuyaniyek belav kirin û tê de dibêjin: "Em xwe xwediyên gelê Kerkûkê dizanin, ji ber vê yekê hemû hêzên komando yên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne û li benda fermanê mane."
Lîwaya 61 şeva Şeva yekşembîyê 11ê Cotmeha 2021ê ket taxa Rehîmawa û 10 kes girtin û paşê bi kefalet hatin berdan, lê belê roja sêşemê hêzên lîwaya 61ê li meydana Îxwan belav bûn û cadeyên serekî girtin. Herwiha piştre di êvara heman rojê de xalên kontrolê danîn û 71 ciwan girtin û ji beşeke xelkê telefonên destan jê standin.
Aloziyên Kerkûkê piştî wê yekê derketin ku encamên destpêkê yên hilbijartinê diyar bûn ku partiyên Kurd li parêzgehê 6 kursî bi dest xistin, alîgirên partiyan jî li beşek ji taxên Kurdan ên Kerkûkê kom bûn û dest bi pîrozbahiyê kirin.
Niha rê ji bazara navendî ya Kerkûkê heta Rehîmawa 5 kîlometreyan vekirî ye, lê gelek xalên kontrolê hatine danîn û lêkolîn li ser xelkê tê kirin.
Lîwaya 61ê lîwayeke taybet a girêdayî encûmena wezîrên Iraqê ye û piştî vekişandina hêzên dije terorê di 16 cotmehê de lîwaya 61ê cihê wan girt û niha xalên serekî yên Kerkûkê di destê wan de ye.
Rudaw
