• Tuesday, 17 February 2026
logo

6 meh ceza bo Sebahet Tuncel hat dayîn

6 meh ceza bo Sebahet Tuncel hat dayîn
Dadgehê 6 meh ciza da Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel. Ciza nehate taloq kirin.

Tuncel bi hinceta ‘li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan tevgerîya ye' li 11mîn Dadgeha Eslîye ya Buyukçekmece hat darizandin. Piştî parastina Tuncelê dadgehê 6 meh ceze li Tuncel birî. Dadgehê ji ber rewşa wê ya dadgehê ciza daxiste 5 mehan û ciza taloq nekir.

Tuncel dema parlamenter bû li Stenbolê tev li çalakiyê bûbû û di derheqê wê dê doz hatibû vekirin.

Top