• Thursday, 26 February 2026
logo

YNKê helwesta xwe ya bo rewşa Kerkûkê eşkere kir

Gulan Media October 13, 2021 Nûçe
YNKê helwesta xwe ya bo rewşa Kerkûkê eşkere kir

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê geşedanên li Kerkûk û desteserkirina gencên Kurd ên li wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê de ragihand ku ew ji rewşa ewlekariyê Kerkûkê dilgiran in û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji binpêkirinên hêzên ewlekariyê û êrişên li dijî malên Kurdan agahdar kirine.

Polîtburoya YNKê derbarê rewşa ewlehiya Kerkûkê ya ku di nava du rojên dawî de rû daye daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji wê rewşê dilgiran in.

Li gor daxuyaniyê Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ji duh bi şev ve ji bo asayîkirina rewşê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û rayedarên pilebilind ên Bexdayê di nav peywendiyan  de ye û ew jî binpêkirinên hêzên ewlekariyê, desteserkirina gencên Kurd û êrişên li dijî malên Kurdan agahdar kirine.

Bafil Talebanî li hemberî rewşa Kerkûkê nerazîbûna xwe nîşan da ye û tekez kiriye ku ew tiştên li Kerkûkê rûdane bi ti awayî nayên qebûlkirin û divê pirsgirêk di zûtirîn demê de bêne çareserkirin û girtî jî serbest bêne berdan.

YNK herwiha îdia dike ku “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji ber deskevtiyên xwe yên biçûk çarenivîsa Kerkûkê û xeljê dixe di nav metirsî û lîstikên siyasî.”

Şeva borî, li çend taxên Kurdnişîn ên Kerkûkê nêzîka 70 ciwanan hatin desteserkirin.

Derbarê mijarê de Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûk-Germiyanê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re got: “Hejmarek ji nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji ber wê şikestinê ku çend kursî ji dest dane, li Kerkûkê bi ser artêş û kesên şahî dikirin de teqe kirine, ev jî bûye sedem Heşda Şabî, artêşa Iraqê û polîs, bi neheqî ligel çend ciwanên dilsoz bi dest û qundaxên tifingan rûbirûyê hev bibin, di encam de hejmarek kesên Kurd bersiv dan û piştre artêş û polîsên îtîhadî hejmarek kesên bêtawan ji wan ciwanan desteser kirine.”

Kemal Kerkûkî, bûyerên şeva borî yên li bajarê Kerkûkê dixe stoyê hejmarek endam û alîgirên YNKê û dibêje: “Ji bo ew hejmara têkdar ên nav YNKê nebin sedema têkdana kêfxweşiya wê serkeftina mezin a hatiye bidestxistin û nebin sedema ti bûyereke biêş, li ser xwe bin, ji ber hinek kesên nav YNKê ev alozî çêkirine daku we yên dilsoz û niştimanperwer jî bikşînin nav vê pirsgirêkê.”

Top