• Thursday, 26 February 2026
logo

Hejmara kursiyên PDKê di hilbijartinên Iraqê de zêde bû

Gulan Media October 13, 2021 Nûçe
Hejmara kursiyên PDKê di hilbijartinên Iraqê de zêde bû

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê derengê şeva borî encamên hejmartina destî ya hejmarek navendên dengdanên aşkere kir û PDKê 2 kursiyên din zêde kirin.

Li gor encaman, kandîda PDKê li Silêmaniyê Şino Nûrî bi ser ket. Herwiha li Duhokê jî kandîdekî PDKê bi ser ket û hejmara kursiyên PDKê li seranserî Iraqê bû 34 kursî.

Li gor encaman jî, kursiyeke Tevgera Hîkme, 3 kursiyên Lîsteya Tişrîn, 4 kursiyên Hevpeymaniya Fefih û 5 kursiyên Dewleta Yasa  zêde bûn.

Li hember jî, 3 kursiyên Tevgera Sedirê kêm bûn û ji 73 kursiyan, bi xwediya 70 kursiyan.

Pêştir Serokê Desteya Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Xelîl Ednan Xelef ragihandibû, ewên encama hejmartina destan a 8547 navendên dengdanê yên li 5 parêzgehan aşkere bikin ku bi tîrûpişk hatine destnîşankirin.

 

Basnews

Top