• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Kerkûkê hijmareke zêde endam û alîgirên PDKê hatin girtin

Gulan Media October 13, 2021 Nûçe
Li Kerkûkê hijmareke zêde endam û alîgirên PDKê hatin girtin

heta niha zêdetir ji 70 endam û alîgirên pdkê hatine girtin.
Duhê bi şev operasiyon li dijî wan hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê bişev hêzên ewlekarî yên Îraqê û çekdarên heşda şebî, li dijî taxên Kurdnişîn li Kerkûkê, operasiyonek li dijî endam û alîgirên partiya demorkata Kurdistanê lidar xistine.

Di encama operasiyona han de herî kêm 70 endam û alîgirên partiya demokrata Kurdistanê ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatine girtin.

Heta niha ev endam û alîgirên han nehatine azadkirin û çarenivîsa wan jî nediyare.

Welatiyên Kurd li Kerkûkê ragihandin ku çekdarên heşda şebî û artêşa Îraqê mal bi mal digerin û her malek ku alaya Kurdistanê anjî wêne û logoyên PDKê têde hebe, tê talankirin û endamên malbetê jî têne girtin.

Heta niha aliyên têkildar yên Îraqî li ser mijarê ti daxuyaniyek nedane.

Top