Erdogan pîrozbahî li Sedr kir
Li gorî ragihandina çavkaniyê Serokomariya Tirkiyê, îro danê êvarî 25-05-2018, Erdogan biriya telefonê li gel Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr axivî û ji ber serkeftina hilbijartinan pîrozbahî lê kir û ji bo avakirina hikûmeta nû jî dazwaza serkeftinê anî ziman..
Hate gotin, ku Erdogan ji Serd re gotiye, ku ew giringiyê didin yekîtiya û bihevratiya Iraqê. Herwiha behsa hilbijartinên Kerkûkê jî kiriye û gotiye, di hilbijartinên vî bajarî de li hember Tirkmenan “hîle” hatine kirin.
Erdogan ji Sedr xwestiye li ser van sextekariyan rawestin û xeletiyan sererast bikin.
Li gorî çavkaniya Sedr jî ji Erdogan re gotiye, ku bi tevê Tirkmenan dê hemû pêkhateyên Iraqê werin parastin.
Herdu aliyan biryardariya xwe ya li ser bihêzkirina peywendiyên Tirkiye û Îranê jî anîne ziman.
Rudaw
