• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di pevçûnekê de 5 kes hatin kuştin

Di pevçûnekê de 5 kes hatin kuştin
sê ji kuştiyan medenî ne
Pevçûn di navbera DIŞI û artêşa Îraqê de qewmiye.

Di encama şer û pevçûnên navbera terorîstên DIŞIê û artêşa Îraqê de yaku li parêzgeha Diyalayê qewmiye herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Jêderên ewlekarî diyar kirin ku direngiya şeva derbasbûyî hijmarek terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundê Om Hente ya li Bakûrê Rojhilatê Diyalayê kirine û artêşa Îraqê jî bersifa wan terorîstan daye.

Jêderên ewlekarî diyar kirin ku di encama pevçûnan de sê welatiyên medenî û du terorîstên DIŞIê bi giştî 5 kes hatine kuştin.

Top