PDK, YNK, Hadî Amirî û Nûrî Malikî civiyan
Çend roj in PDK û YNK bi du şandên cuda ji bo gotûbêjên li gel partiyên Iraqê çûne Bexdayê. Di roja dawîn a civînan de careke din li ser daxwaza Hadî Amirî çûn mala Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî daku bi amadebûna Nûrî Malikî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê civîneke çaralî pêk bînin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku civîna îro li ser daxwaza Hadî Amirî û Nûrî Malikî bûye û Malikî ji ber ku sal bi sal kursiyên xwe yên li parlementoyê winda kirine, ji siberoja xwe ya siyasî û hevpeymaniya xwe ditirse û dixwaze li gel Kurdan rûpeleke nû veke û careke din bi piştgiriya Kurdan vegere lûtkeya desthilatdariya Iraqê.
Ji aliyê din ve jî Hadî Amirî ku ji bo Serokwezîriya Iraqê navê wî tê gotin, dixwaze piştgiriya Kurdan bi dest bixe, daku vê mebesta xwe bi cih bîne, ji bo vê yekê jî careke din şandên PDK û YNKê vexwend.
Rudaw
