Çavdêrekî siyasî: Xelkê Kurdistanê PDK kirin lêvegerê kurdan li Bexdayê
Çavdêrekî siyasî dibêje, xelkê Kurdistanê PDK kirin lêveger û nûnerê kurd û Kurdistanê û yên ku heqaret li Kurdistanê û pîroziyên wê jî dikirin, bi tundî siza dan.
Çavdêrê siyasî Bextiyar Talebanî behsa peyamên girîng yên hilbijartinên vê carê yên Iraqê dike û dibêje, derket ewên ku şev û roj li medya û sosyal medyayê heqaret li Herêma Kurdistanê û pîroziyên wê dikirin û li Bexdayê bibûn berdevkê şovenîzma erebî û henekê xwe bi kurdbûn û kurdiniyê dikirin, ji aliyê xelkê Kurdistanê ve hatin sizadan.
Bextiyar Talebanî her wiha got, encamên hilbijartinan nîşan da ew rexne û êrişên ku li şûna ku arasteyî Bexdayê bên kirin, arasteyî hikûmeta Kurdistanê dihatin kirin, êdî kêrî tiştekî nayên û hat dîtin ku xelk gelekî ji wan hişyartir e û guhê xwe nade wan gotinên virt û vala.
Wî çavdêrê siyasî li ser pêgeha PDKê jî got, xelkê Kurdistanê PDK ku pêşengtiya doza niştimanî û netewî dike, kirin lêveger û nûnerê kurd û Kurdistanê. Encamên vê hilbijartinê ev jî nîşan da ku zêdebarî terora hizrî û êrişa tund, hîn jî hizr û hesta netewî li nav piraniya xelkê Kurdistanê de zindî ye û heta endamekî malbata serbilind ya Barzanî mabe, dê her zindî bimîne.
Basnews
