• Thursday, 26 February 2026
logo

Wezîrên Derve yên Tirkiyê û Iraqê civiyan

Gulan Media October 11, 2021 Nûçe
Wezîrên Derve yên Tirkiyê û Iraqê civiyan

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Sirbiyayê civiyan.

60emîn salvegera Lûtkeya Tevgerên Bêalî li paytexta Sirbiyayê Belgradê birêve çû.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civînê hatin gel hev.

Di derbarê naveroka civînê de heta niha hem ji aliyê Iraqê hem jî ji aliyê Tirkiyê ve ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Dema ku cîhan di navbera Rojhilat û Rojava de destpê kir bibe du blok, Tevgerên Bêalî di sala 1961an de bi pêşengiya Serokê Yûgoslavyaya berê Josip Broz Tito vehate damezrandin. Di dema Şerê Sar de li gel Dewletên Yekbûyî û Yekîtiya Soviyetê wek biloka sêyemîn hate desnîşankirin.

Tevgerên Bealî bi armanca ku nebin aliyek di navbera Rojava û Rojhilat de hatibû damezirandin, di salên 1970yî de ji bo ku ji herdu blokan yek tercîh bikin dest bi belavbûnê kir.

Di 60 saliya xwe de 105 welat û 9 nûnerên saziyên navdewletî li Belgrada paytexta Sirbiyayê kom dibin.

 

Rudaw

Top