Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê: %41 xelkê Iraqê beşdarî hilbijartina bûne
Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê rêjeya beşdarbûna xelkê di hilbijartinên giştî de eşkere kir.
Duhî li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên giştî hat lidarxistin.
Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê ragihandiye, di hilbijartinên duhî de 9 milyon û 77 hezar û 779 kesan deng dane ku dike %41.
Komîsyona bajar bi bajar rêjeya beşdarî di hilbijartinan de eşkere kiriye. Li gorî wê raportê, rêjeya dengdanê li Kurdistanê wiha ye:
Duhok: %54
Hewlêr: %46
Kerkûk: %44
Silêmanî:%37
Rêjeya dengdanê li parêzgehên Iraqê jî wiha ye:
Selahedîn: %48
Babil: %46
Diyale: %46
Wasit: %44
Musenna: %44
Kerbela: %44
Enbar: %43
Mîsan: %43
Neynewa: %42
Qadisiye: %42
Zîqar: %42
Necef: %41
Besra: %40
Bexda/Kerx: %34
Bexda/Resafe: %31
Basnews
