Li rojavayê Bexdayê teqîneke xwekujî li restaurantekê de pêkhat!
Çavkaniyên ewlehiyê yên bajar ragehandin ku xwekujekê ku pişta xwe bi bombeyan pêçaye restauranta zeytûn a li parka Şuile xwe teqandiye.
Heman çavkaniyan behsa wê yekê kirin ku di teqînê de 3 kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.
Heta naha ti aliyekê berpirsyariya xwe di wê teqînê de ne ragehandiye.
Basnews
