Li Kerkûkê rêjeya dengên navçeyên Kurdî zêdetir e
Li gor zanyariyên ku peyamnêrê Rûdawê yên li Kerkûkê bi dest xistine, rêjeya beşdariya giştî di dengdanê de li vê parêzgehê %22 bûye, lê li navçeyên ku piraniya akinciyên wan Kurd in, rêjeya beşdariyê zêdetir ji cihên din bûye û zêdeyî %35î ye.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê, Herdî Mihemed ragihand, encama dengdanê li binkeya Wesbe li Taxa Erefe ya bajarê Kerkûkê ku piraniya niştecihên wê Tirkmen û Ereb in, bi vî awayî ye:
Mardîn Qoçqaya- Berbijêrê Tirkmen: 392 deng
Muheymen Hemdanî-Berbijêrê Ereb: 256 deng
Şaxewan Ebdulla-PDK: 103 deng
Dîlan Xefûr-Hevpeymaniya Kurdistan: 56 deng
Omêd Mihemed-Nifşê Nû: 48 deng
Ala Talebanî-Serbixwe: 32 deng
Li gor zanyariyên peymanêrê Rûdawê li Kerkûkê, daneyên beşeke zêde ya binkeyên dengdanê wiha nîşan didin ku berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê Şaxewan Ebdulla, gelek deng bi dest aniye û piştî wî jî Omêd Mihemed berbijêrê Nifşê Nû û Dîlan Xefûr jî di rêzên duyem û sêyem de cih digirin.
Rudaw
