• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Ezazê êrîşî hêzên Tirkiyê kirin: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
Li Ezazê êrîşî hêzên Tirkiyê kirin: Kuştî û birîndar hene

Li navçeyên Operasyona Mertala Firatê û li nêzîk bajarê Ezazê yê Sûriyê, leşkerekî taybet ê Tirkiyê hat kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihand, li bakurê Sûriyê û li navçeyên Operasyona Mertala Firatê, hêzên Tirkiyê rastî êrîşeke mûşekî hatine.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî derbarê bûyerê de ragihandiye, di vê êrîşê de polîsekî taybet ê Tirkiyê hatiye kuştin û 3 polîsên taybet jî birîndar bûne.

Herwiha di daxuyaniyê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, PKK/PYD bi encamdana vê êrîşa mûşekî tohmetbar dike.

 

K24

Top