• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera Hîkme pêwendiyeke telefonî encam dan

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Tevgera Hîkme pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm vê êvarê 10ê Cotmeha 2021ê pêwendiyeke telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re encam da.

Di pêwendiya telefonî de li ser proseya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.

Hat ragihandin ku her du alî kêfxweş bûn ku proseya dengdanê bi awayekî aram û hêmin birêve çû.

Herwiha her du alî xwazyar bûn ku encamên hilbijartinê, di berjewendiya pêkhateyên cuda û hemû gelên Iraqê de bin û bibe sedema seqamgîriya rewşa Iraqê.

 

K24

Top