• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sedr: Gelê Iraqê cezayê wan kesan da ku dixwestin gelê Kurd ceza bikin

Sedr: Gelê Iraqê cezayê wan kesan da ku dixwestin gelê Kurd ceza bikin
Berpirsê Ragihandinê yê Polîtburoya YNKê Karwan Yareweys ragihand, ku şanda YNKê li gel aliyên serkeftî yên Iraqê dest bi civînan kiriye û got: “Civîna me ya li gel Muqteda Sedr erênî bûye.”



Şanda Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya bi serokatiya Mele Bextiyar îro li gel Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Mûqteda Serd hevdîtin pêk anî.



Li gorî medyaya YNKê di hevdîtinê de Mele Bextiyar ji Sedr re gotiye: “Divê pirsgirêk bi aqilane û li gorî Destûra Iraqê werin çareserkirin. Em partiya serok Mam Celal in ku wî bêyî cudakarî weke hev danûstandin li gel hemû pêkhateyan kiriye.”



Mele Bextiyar Herwiha gotiye: “Gelên Iraqê ji ber pirsgirêkên dema borî westiyane û li hêviya xizmetkirin û çareseriya pirsgirêkan in. Di encama hilbijartinan jî de eşkere dibe, ku gelên Iraqê çareseriyê dixwazin, ne kûrkirina nakokî û kêşeyan.”



Herwiha Mele Bextiyar diyar kiriye: “Gelê me bêyî misogerkirina mafên xwe qebûl nake beşdarî hikûmeta nû bibe. Divê ew ezmûnên tehl û bi êş ên derbasbûyî dûbare nebin. Hikûmetên berê yên Iraqê destûr cîbicî nekirin. Lewma vê yekê gelê me bêhêvî kir.”



Li gorî heman nûçeyê Muqteda Sedr jî gotiye: “Em dixwazin gelê Kurd di aramiyê de be û yekgirtî be. Mafên gelê Kurd parastî ne û kes nikare dest bavêje wan mafan.”



Sedr herwiha eşkere kiriye, ku divê hemû pêkhate ji bo berjewendiya gelên Iraqê, dûrê aqilê tayfegerî bin û rêzê ji hevre bigrin.



Sedr gotiye: “Gelê Iraqê cezayê wan kesan da ku bi riya tayfegeriyê gelê Kurd ceza bikin. Gelê Iraqê di hilbijartinan de hezkirin, aştî û biratî hilbijartin.”



Muqteda Sedr herwiha tekez kiriye, ku di hikûmeta nû de dê Kurd, Ereb, Şîe û Sûnnî û pêkhateyên din jî beşdar bibin û mafê hemû aliyan jî parastî be.



Karwan Yarweys, ku di nava şanda YNKê ya li Bexdayê de cîh digre, ji Rûdawê re ragihand: “Şanda me di destpêka hevdîtinên xwe de li gel Serokomar Fûad Mehsûm û şanda PDKê civiya. Wek aliyê Iraqî jî yekemîn hevdîtina me li gel Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr bû.”



Derbarê naveroka hevdîtinê de Yarwesy diyar kir: “Hevdîtin erênî derbas bû. Piştî vê hevdîtinê dê şanda me li gel Heyder Ebadî û Nûrî Malîkî jî hevdîtinan bike.”



Berpirsê Ragihandinê yê Polîtburoya YNKê da zanîn, ku sibe jî dê şanda YNKê li gel aliyên Sunnî kom bibe.



Îro Çarşemê Sibe 23-05-2018 şandeke payebilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berpirsê Desteya Kargêrî Mela Bextiyar û bi endamtiya Rizgar Elî, Xalid Şiwanî, Firyad Rewandizî, Sedûn Feylî çû Bexdayê.



Hêjayê gotinê ye, ku duh jî şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Fazil Mîranî çûbû Bexdayê.

Rudaw
Top