Êrîşî ser navendeke dengdanê hate kirin
leşkerekî Îraqî hatiye kuştin.
Kuştî û birîndar hene.
Li gor çapemeniya Îraqê îro di dema dengdanê de çend kesên nenas êrîşî ser navendeke dengdanê li Rojhilatê Parêzeha Diyalayê kirine.
Ev êrîş li nahiyeya Seidiye ya li Rojhilatê Beqûbe li parêzgeha Diyalayê de pêk hatiye û di encama êrîşê de leşkereke Îraqî hatiye kuştin û leşkereke din jî birîndar bûye.
Piştî bûyerê, hêzeke zêde bo parastina navendên dengdanê bo deverê hatiye şandin.
