KURDISTAN - DAIŞê êrîşî gund kir: Kuştî û birîndar hene
Demjimêr 22:00ê îşev 23-05-2018, çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Silêman Wehab a bajarokê Şêx Baba ya ser bi navçeya Gulale kirin.
Rêveberê Asayîşa Navçeya Kokîsê Simko Elî ji Rûdawê re ragihand: “Grûbeke çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser gundê Silêman Wehab. Heta niha jî di navbera DAIŞiyan û nîştecihên gund de şer û pevçûn berdewam dikin.”
Simko Elî da zanîn, ku nîştecihê gund Ereb in û got: “Li gorî zanyariyên gihiştine destê me 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar e.”
Nîştecihên gundê Silêman Webah Erebên Sûnnî ne û ev gund li başûrê rojhilatê navçeya Gûlale ye.
Rudaw
