Çekdarên PKKê rê nedan endam û alîgirên PDKê li Şingalê dengên xwe bidin kandîdên xwe
Çekdar û milîsên PKKê dîsa nehîştin endam û alîgirên PDKê derbasî Şingalê bibin da ku dengên xwe bidin kandîdên xwe.
Bi destpêkirina dengdana hilbijartinên giştî yên Iraqê re, gelek awareyên Şingalî jî berê xwe dan devera Şingalê da ku li wir dengên xwe bidin kandîdên xwe.
Lê çekdar û milîsên PKKê rê li wan girtin û nehîştin derbasî devera Şingalê bibin.
Yek ji wan xortan vîdeoyek bi telefona xwe girtiye û tê de bi erebî dibêje, “ez bazge nehêle em biçin dengên xwe bidin PDKê. Kartên me yên dengdanê jî heye lê dîsa nahêlin.”
Di dema xebat û propagandeyên hilbijartinan de jî çekdar û milîsên PKKê nehîştin kandîdên PDKê yên Şingalê derbasî deverê bibin û di nav endam û alîgirên xwe de kar bikin.
Basnews
