• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bi dehan malbatên ji Efrînê gihiştine Hewlêrê

Bi dehan malbatên ji Efrînê gihiştine Hewlêrê
Bi dehan malbatên koçber ji Efrînê gihiştine Hewlêrê. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji 63 malbatên Efrînî re alîkarî belav kirin.



Jineke Kurd ku ji Efrînê hatiye Hewlêrê, ji Rûdawê re diyar kir ku ti dewletekê piştevaniya xelkê Efrînê nekiriye, kalekî 70 salî jî dibêje, Tirkiye û hêzên girêdayê wê, Efrîn talan kirine û eger hezar sal jî di ser re derbas bibin, ew ê dîsa vegerin Efrînê.



Jineke Efrînî ku bi zor û zehmetî gihiştiye bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê dibêje ku kesî pişta Efrînê negirit, lewma kezeba wan li ser bajarê wan dişewite.



Pîrejina bi navê Meyase Ehmed ji Rûdawê diyar kir ku malên wan ji destê wan çûne, her tiştên wan hatine talankirin û kezeba ti kesî bi wan neşewitiye, ti dewletek pişta wan negirtiye û neçûye hawara wan.



Penaberên Efrînê baş dizanin ku hewldan berdewam in daku demografiya bajarê wan were guhertin, welatiyên ji Efrînê dibêjin ev guhertin dibe cihê kêfxweşiya hin aliyan, lê di baweriya wan de ku ev dilxweşî dê pir berdewam neke.



Koçberê ji Efrînê Mihemed Bavê Cîhad dibêje ku "bila kêfa xwe bikin, bila baş kêfê bikin lê kêfa wan ji wan re naçe dawî ji ber ku tenê çend meh in û emê vegerin, bajarê xwe ji wan re nahêlin, em xwe bidin kuştin jî".



Kalê 70 salî ku cih û warê wî jê re pir şîrîn e, her çiqas destê alîkariyê li vir ji wan re hatiye dirêjkirin jî, zordariya ku li Efrînê dîtine ji bîr nake.



Kalemêrê bi navê Îbrahîm Kenan dibêje ku temenê wî 70 salî ye, ew 70 sal in li Efrînê bûn, darên wan ên zeytûnê, otomobîlên wan, mala wan a sê qatî hebûn, lê wan hemû tiştên xwe hiştine û hatine Başûrê Kurdistanê. Îbrahîm Kenan dibêje: “Em hezar salî li vir bin jî welat şîrîn e. Tirkiye hat talan kir, dijmin hat talan kir dizî kir, nehate şer.”



Ji bo sivikkirin rewşa koçberî û derbederiya xelkê Efrînê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên cûr bi cûr li ser 63 malbatan belav kir ku di van her çar mehên dawî de ji Efrînê gihiştine Hewlêrê.

Rudaw
Top