• Thursday, 26 February 2026
logo

Koçberên Kurd ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn

Gulan Media October 9, 2021 Nûçe
Koçberên Kurd ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn

Nêzîka 40 koçberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li ber çavê zêrevanên peravên Fransayê, bi rêya belemeke lastîkî û bi awayekî neyasayî koçî Brîtanyayê kirin.

Medya Brîtanî dîmenê wan koçberan belav kiriye û di dîmen de tê xwiyakirin nêzîka 40 koçberên ku bi zaravayên Behdînî û Soranî diaxivin, li peraveke navçeya Ambleteuse ya bakurê Fransayê rahiştine belemekê û dibin nav deryayê, piştre bi wê belema lastîkî di nav Kanala Îngilzî re ber bi Brîtanyayê dikevin rê.

Hejmarek jin û zarok jî ligel wan koçberên Kurd in û hinekan ji wan êlekê silametiyê li xwe nekirine. Wê demê 8 zêrevanên peravên Fransayê tenê 100 metre dûrî koçberên Kurd in, lê rêgiriyê li wan nakin.

Zêrevanan ji Kanala Sky News a Brîtanî re gotine, ji ber hejmara zêde ya koçberan, nikarîne wan rawestînin. Nîv demjimêr piştî wan, belemeke din bi hejmareke zêdetir a koçberan, li ber çavê zêrevanên Fransaî derbas bû.

Yekî ji wan koçberan ji medya Brîtanî re gotiye, wî li Belarûsê du hezar euro dane qeçaxçiyekî daku wî ji nav Polanda û Almanyayê re bighîne Fransayê û ji wir jî biçe Brîtanyayê. Piştî gehiştin sînorê avî yê Brîtanyayê, zêrevanên peravên wî welatî ew koçber veguhestin nav keştiyekê.

Li gor rojnameya Daily Mail, îsal zêdeyî 17 hezar koçberan bi awayekî neyasayî bi rêya Kanala Îngilîzê xwe gihandine Brîtanyayê. Di dema borî de, piraniya caran koçberan bi şev hewl dane ji Fransayê bi qeçaxî biçin Brîtanyayê daku zêrevanên peravên Fransayê wan negirin, lê ev 40 koçberên Kurd bi roj ketin rê.

Hefteya borî medya Brîtanî eşkere kiribû ku di bûyereke wiha de, şeva 22ê Îlonê zêrevanên peravên Fransayê teqe li 8 koçberên Kurd kirine û di encam de destê yekî û lingê yekî din bi gulleyên plastîkî yên “metirsîdar” şikandibûn. Wan heşt koçberên Kurd vîdeoya piştî teqekirinê li ser torên civakî belav kirin ku derdikeve koçber bi zaravayê Soranî diaxivin.

Ew her heşt koçber jî bi belemekê ve mijûl bûn daku bixin nav deryayê daku piştre 40 koçberan pê veguhêzin Brîtanyayê. Wezîra Navxwe ya Brîtanyayê Priti Patel gef li Fransayê xwar ku eger pêla belemên koçberên neyasayî ber bi Brîtanyayê kêm neke, wê demê wan 54 milyon paundan radigre ku salane London dide hikûmeta Fransayê bo parastina peravên bakurê wî welatî.

 

Rudaw

Top