Qerehencîr- 2 çekdarên di bordûmana Tirkiyê de hatin kuştin
Îşev roja înê 08.10.2021ê li nêzîkî nahya Qerehencîr a Kerkûkê otomobîleke PKKê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye bordûmankirin û 2 çekdarên PKKê di encama wê êrîşê de hatine kuştin.
Ligor zanyariyên destpêkê li gundê Sîdan yê ser be nahyeya Qerehencîr, li ser rêya serekî ya Kerkûk û Silêmaniyê otomobîleke PKKê hatiye armanckirin û 2 çekdarên PKKê yên di wê otomobile de ne hatine kuştin.
Herwiha roja dûşemeya borî jî li heman gundî otomobîleke çekdarên PKKê hatibû armanckirin û di encamê de 3 çekdarên PKKê birîndar bibûn.
Basnews
