Partiya Dewa: Em li dijî serokkomariya Hişyar Zêbarî nîn in!
Piştî ku gotegotên destnîşan kirina Hişyar Zêbarî wek serokkomarê Iraqê ji aliyê pêkhateya kurd ve hatin belav kirin, rêveberê Partiya Dewa Îslamî Casim Mihemed Cehfer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Her qonaxekê mirovê xwe û kesê xwe heye. Eger rêkeftina siyasî li ser Hişyar Zêbarî hebe bo wergirtina erkê serokkomariya Iraqê, em li dij nabin.’’
Herwaha got, wergirtina wî erkî ji aliyê Zêbarî ve pêwîstî bi du xalan heye û eger ew du xal pêkbê ew ne li dij in û got: ‘’Xala yekem rêkeftina kurdan bixwe, ji ber erkê serokkomariyê Iraqê beşa kurdan e û hêzên kurd navê serokkomar pêşneyar dikin.’’
Li gor gotina wî rêveberê partiya Dewa xala duyem jî danûstandinên li gel aliyên din li Bexdayê ye, ji ber ‘’Zelal kirina her sê serokatiyan bi rêkeftin û li hev kirina siyasî ve girêdayiye.’’
Basnews
