• Thursday, 26 February 2026
logo

Ragihandina ewlekarî: Hêzên têkildar bi coşeke mezin beşdarin

Gulan Media October 8, 2021 Nûçe
Ragihandina ewlekarî: Hêzên têkildar bi coşeke mezin beşdarin

girtî û aware jî beşdarî di prosesê de dikin.
Beşdarî di prosesa dengdanê de dikin.

Komîteya ragihandinê ya ewlekariya Îraqê ragihand ku hêzên leşkerî, ewlekarî û polîs yên Îraqê bi coşeke mezin di prosesa dengdana taybet de beşdarin.

Prosesa dengdana taybetî îro 8ê Cotmehê di seat 7 sibê de destpê kir û heta êwarê berdewam dibe.

Li gor amarên komîsyona hilbijartinan li Îraqê bi giştî yek miliyon û 75 hezar û 727 endamên hêzên ewlekarî û 120 hezar aware û 676 girtî jî mafê wan yê dengdanê heye.

Li herêma Kurdistanê jî bi giştî 331 hezar û 600 kes di dengdana taybet de mafê wan yê dengdanê heye.

Top