Amûrên dengdanê otomatîk radiwestin
20 navendên dengdanê bo awareyan jî hene.
Berpirsê Hewlêrê yê komîsyona hilbijartinan dibêje seat 6 dawî bi prosesê tê.
Berpirsê ofîsa Hewlêrê ya komîsyona hilbijartinan Heyder Mihemed Ehmed ragihand ku heta niha prosesa dengdanê bi başî birêve diçe û heta niha ti kêşeyek çê nebûye.
Heyder Mihemed Ehmed herwiha diyar kiriye ku, prosesa dengdanê seat 7ê sibê destpê kiriye û heta seat 6ê êwarê berdewam dibe û di seat 6ê êwarê de amûrên dengdanê bi awayeke otomatîk tên rawestandin.
Ehmed diyar kir ku li sînorên parêzgeha Hewlêrê bi giştî 90 hezar û 54 dengderên taybet yên hêzên leşkerî û ewlekarî hene, 25 hezar û 200 aware jî weke dengderên taybet xwedan mafê dengdanê ne.
Bo hêzên ewlekarî anjî bo wan 90 hezar kesan 52 navendên dengdanê hene û bo 25 hezar aware jî 20 navendên dengdanê hene.
