Fermangeha Medya û Zanyariyan daxwazê ji dezgehên ewlehiyê û medyakaran dike hevkar bin
Fermangeha Medya û Zanyariyan daxwazê ji hêzên ewlehiyê û rojnamevanan dike, di dema birêveçûna proseya dengdanê de, rêzê li erkên hevdu bigirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan di daxuyaniyekê de ragihand, di roja 10ê Cotmeha 2021ê dê proseya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê birêve biçe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rewangeha baweriya bi rola girîng a medyayê di çavdêrîkirina proseya hilbijartinê û romalkirina vê proseya demokratîk, daxwaz ji hemû dezgehên ewlehiyê dike, rêzê li karê medyakaran birgirin û hevkariya wan bikin û di çarçoveya rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, serederiyê bi tîmên ragihandinê re bikin, ji qonaxa dengdanan taybet û giştî û cudakirina dengan jî, zemînê xweş bikin, ta ku medyakarên navxwe û derve jî bi awayekî azad û pîşeyane karên xwe encam bidin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan daxwaz ji medyakar û rojnamevanan jî dike, di çarçoveya heman rênimayan de tevbigerin û rêzê li erkê hêzên ewlehiyê bigirin ku ji bo parastin û serkeftina proseya hilbijartinê, aramî û ewlehiyê di erkê xwe de ne.
K24
