• Tuesday, 17 February 2026
logo

Partiyên Bakur nekarîn bi tifaqekê beşdarî hilbijartinan bibin

Partiyên Bakur nekarîn bi tifaqekê beşdarî hilbijartinan bibin
Li Bakurê Kurdistanê partiyên kurdan dîsa bi awayeke perçebûyî tevli hilbijartinên 24'ê hezîranê dibin. HDP bi OSP, DDKD û hin pêkhateyên din re tevli hilbijartinan dibe. HAK-PAR ji ber ku weke partî nikare bikeve hilbijartinan dê li 5 bajaran bi namzedên serbixwe tevli hilbijartinê bibe. HUDA-PAR jî dê li Amedê û Êlihê bi namzedên serbixwe lê li 79 bajaran bi navê partiya xwe bikeve hilbijartinê. Partiyên 5 qolî yên kurdî jî mafên wan ên beşdariya hilbijartinan tune ye.



Li Bakurê Kurdistanê, partiyên kurdî helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên 24'ê Hezîranê de yekalî kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi pêkhateyên ermen, êzidî, elewî û sûnî tevli hilbijartinan dibe.



HDP di nava kurdan de bi Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP'ê û DDKD'ê re îtifgaq dike. Lê Huda-Par û Partiyên 5 qolî jî tê de, 7 partiyên din ên Bakurê Kurdistanê dê bi awayeke cuda tevli hilbijartinan bibin. Partiyên Bakurê Kurdistanê nekarîn bi bereyeke neteweyî ya kurd tevli hilbijartinan bibin. Li gorî HDPyiyan, hewldanên wan bi ser neketine, lê kurd weke gel yek e û hilbijêr dê dengê xwe bidin wan.



Parlamenterê HDP'ê yê Amedê, Îmam Taşçier di vê bareyê de ji Rûdawê re dibêje: “Di nava gel de yekitî hatiye avakirin. Gel dizane çi dike. Xelk dizane çi dike. Ji ber ku yekitî nehatiye avakirin dê muheqeq bandora wê hebe. Lê ji ber ku bi partiyên Kurdistanî re yekitî çênebûye, bandoreke pir zêde jî çênabe. Gel dizane dê dengê xwe bide kê.”



Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî dê li 81 bajaran bi navê partiya xwe bikeve hilbijartinê. Lê ji ber ku dengê wan li Amedê û Êlihê zêde ye, ji bo ku ji herdu bajaran 2 parlamenteran derxin, bi awayeke serbixwe dikeve hilbijartinan.



Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA-PAR'ê, Mehmet Yavûz li ser wê taktîka partiya xwe ji Rûdawê re got: “Bê guman me xwest bi vî şeklî çênebe. Me hewl da ku em bi temamê partiyên kurdî re hevdîtin çêkin. Belkî bibe wesîle û sedema yekitiyê yan jî îtifaqa hilbijartinê. Lê belê dengê me ji aliyê hinek partiyan ve nehate bihîstin. Deriyên xwe ji me re venekirin. Pêwîst e gelê me vê rastiyê bibîne.”



Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) jî nekarî bikeve hilbijartinan. Ji ber vê yekê HAK-PAR li Amed, Wan, Agirî, Dêrsim û Mêrdînê bi namzedên serbixwe dikeve hilbijartinan. Rêveberên vê partiyê dibêjin ew dizanin ji benda sedî 10'ê derbas jî nakin lê ew dixwazin rastiya partiya xwe di nava kurdan de îzbat bikin.



Serokê Giştî yê HAK-PARê, Rafîk Karakoç li ser wê yekê wiha ji Rûdawê re axivî: “Em berê siyaseta rast didin ber gel. Ji bo vê çi pêwîst dike, em wê dikin. Îro mafê me yê hilbijartinê tunebû. Ji bo vê yekê em ê hewl bidin bernameya xwe ji gel re aşkera bikin, em ê gelê xwe ji riyên çareseriya xwe re agahdar bikin. Ji bo vê jî 4-5 bajar besî me ye, têra me dike.”



Li Bakur partiyên 5 qolî ku ji PAK, PSK, PDK, PDK-Tirkiye û Hereketa Azadiyê pêk dihat, ji bo îtifaqa bi HDP'ê re çend hevdîtinan kirin lê ev hewldana wan û HDP'ê ya îtifaqê neçû serî. Ji ber vê yekê kurd dê bi helwesteke perçebûyî biçin ser sandoqan.

Rudaw
Top