• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Qersê ji ber berfê heta demekê rê hat girtin

Gulan Media October 7, 2021 Nûçe
Li Qersê ji ber berfê heta demekê rê hat girtin

Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di demsala payîzê de berf bariya û ligel dîmenên xweşik hişt ku şofêr rûbirûyî zehmetiyan bibin.

Li Qersê ku zêdeyî 2 rojan e baran dibare, şeva borî 6ê Cotmeha 2021ê berf bariya û li ser rêya di navbera Qers û Îdirê de ji ber berfê şofêran zehmetî kişandin.

Hejmarek şofêr ji ber ti amadekariyên wan bo berfê nebûn otomobîlên xwe li kêleka rê rawestandin û çaverê kirin heta makîneyên kar rê paqij bikin.

Piştî makîneyên kar ên Rêveberiya Rê û Cadeyan a Qersê rê paqij kirin rewş asayî bû û şofêrên rawestiyabûn bi rêya xwe de çûn.

Li herêma Hanlar Geçidî ya ser rêya Qers û Îdirê jî barîna berfê berdewam e.

Li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di destpêka demsala payîzê de pileya germahiyê ji nişka ve daket û berf bariya.

 

Rudaw

Top