• Thursday, 26 February 2026
logo

Aloziyên navbera Îran û Azerbaycanê zêdetir bûn

Gulan Media October 6, 2021 Nûçe
Aloziyên navbera Îran û Azerbaycanê zêdetir bûn

şerê wan asta devkî jî derbas kiriye.
Nivîsîngeha Xamneyê li Azerbaycanê hate daxistin.

Aloziyên navbera Îran û Azerbaycanê ku di dema şerê Qerebaxê de dîsa serî hildabûn, di wan rojên dawî de aloztir bûne.

Piştî tetbîqata leşkerî ya Azerbaycan û Tirkiyeyê li nêzî sînorên Îranê, Îran jî bersifa gava han de û tetbîqateke leşkerî li nêzî sînorên Azerbayanê organîze kir.

Ji vê jî zêdetir Îran dibêje komên cîhadî û hêzên Îsraîlî ji aliyê Azerbaycanê ve li ser sînorên me hatine bicîhkirin û li hember de jî Azerbayca Îran bi hevkarî kirina Ermenistanê tawanbar dike.

Di çarçoveya şerê devkî û dîplomatîkî yê di navbera rayedarên wan her du welatan de, duhê jî hikûmeta Azerbaycanê gef li Îranê kiribû û ragihandibû ku emê li gel hevbeşên xwe bersifeke dijwar bidin Îranê û her duhê jî hikûmeta Azerbaycanê nivîsîngeha Rêberê şoreşa Îranê ya li Bakûya Paytexta Azerbaycanê daxist.

Top