• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Çemçemalê agir girt malekî û 5 kes şewitîn

Gulan Media October 6, 2021 Nûçe
Li Çemçemalê agir girt malekî û 5 kes şewitîn

Li taxa Aştî ya bajarokê Çemçemalê agir girte malekî û 5 kes şewitîn. Berdevkê tenduristiya Çemçemal jî zanyarî li ser bûyerê ji BasNewsê re aşkera kirin.

Berdevkê tenduristiya Çemçemalê Şerîf Rehîm ji BasNewsê re ragehand: Îro 05.10.2021ê êvari li taxa Aştî ya bajarokê Çemçemalê ji ber agir bi gazê (tup) ket, şewat di malekî de pêkhat û ji ber wê jî 5 kes şewitîn.’’

Herwaha got: ‘’Di bûyerê de jineke 45 salî, keçek temen 21 salî, du zarokên temenên wan 5 û 6 salî û ciwaneke temen 30 salî şewitîn.’’

Herwaha got, birîndar ji nexwaşxaneya Çemçemal re hatine şanin, lê 3 kes ji birîndaran ji ber rêjeya şewata bedena wan zêde ye, ew bilez ji nexwaşxaneya Silêmanî re hatin şandin.

Berdevkê tenduristiya Çemçemalê got: ‘’Herçend em nizanin sedemê bûyerê çiye jî, lê hêzên ewlehiyê lêkolîna derbarê bûyerê de dane destpê kirin.’’

 

Basnews

Top