• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di êrîşeke PKKê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Di êrîşeke PKKê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Duh li ser sînorên Iraq û Tirkiyê 2 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûn.

Derbarê vê mijarê Serokerkaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku gerîlayên PKKê êrîşê serbazên wan ên li ser sînorên Iraqê kirine û di encamê de 2 serbazan canê xwe jidest dane û 2 serbazên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, li gorî daxuyaniya Serokerkaniya Tirkiyê, firokeyên cengî yên Tirkiyê li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, bi operasyonekê rabûn û di encamê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe jidest dan.

Di beramber van daxuyaniyên Tirkiyê de, heya niha PKK ti daxuyanî belav nekiriye.

K24
Top