Wezîrê Derve yê Amerîka stratejiya welatê xwe ya nû li himber Îranê aşkere kir
Pompeo îro Duşemî 21.5. 2018 di yekemîn daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de xwe piştî dest bi kar bûna xwe ya derbarê peymana atomî ya bi Îranê re û stratejiya nû ya Amerîkayê li hemberî wî welatî gotarek pêşkêş kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku,rêkevtina atomî bi Îranê re nekarî rêgiriyê ji hewlên Îranê re bigre û destwerdanê di karûbarê welatên navçeyê bike Îran hewil dide xwe bigehîna deryaya Sipî ya naverast ji bo wê armancê piştgiriya Hizbula Lubnanî kir û li ser piştgiriya Husiyên Yemenê jî berdewam bû mûşkeên balistîk dida wan, herwia bû gefeke mezin li ser aramiya Iraqê û agirê tundutîjiya Sûriyê zêdetir dikir.
Pompeo derbarê rêkevtina etomî ya Îranê de jî got ku, rêkevtina etomî ji ber kêmasiyên wê, cîhan xiste nav metirsiyê, herwiha bi van nêzîkan me bi rêya zanyariyên istixbaratî yên Îsraîlê, me dît ku Îran bi salan e ku hewl dide bernameya etomî bi dest bîne. Îran bi bîr û bawereke xirab di rêkevtinê de mabû, heta îro jî Îran di vê bareyê de derewan dike.
Basnews
