• Thursday, 26 February 2026
logo

Îsraîl: Îran hewla terorkirina bazirganên Îsraîlî yên li Qibrisê dide

Gulan Media October 5, 2021 Nûçe
Îsraîl: Îran hewla terorkirina bazirganên Îsraîlî yên li Qibrisê dide

Hikûmeta Îsraîlê dibêje, Îran hewl dide bazirgan û xwedan karên Îsraîlî yên li Qibrisê teror bike.

Çend roj berê milyarderê Îsraîlî Teddy Sagî, ku li Qibrisê dijî ji hewleka kuştinê rizgar bû.

Piştî wê hikûmeta Qibrisê ragihand, li gorî lêkolînên destpêkê dibe ku şirîkên wî milyarderî xwastibin wî bikujin.

Lê hikûmeta Îsraîl ew daxuyanî red kiriye û ragihandiye, ew hewleka terorîstî ye û ji aliyê Îranê ve hatiye organîzekirin.

Polîsê Qibirsê daye zanîn, wan li ser wê rûdanê kesekî xelkê Azerbaycanê girtine ku bi pasporta Rûsî derbasî Qibrisê bûye.

Piştî daxuyaniya hikûmeta Îsraîl, hikûmeta Qibrisê jî ragihand, ewê tevahiya aliyên wê rûdanê lêkolîn bikin.

Milyarderê Îsraîlî Teddy Sagî 49 salî ye û xwedanê zêdetirî 5 milyar dolar e. Gelek şîrketên wî yên qumara online li Qibris û Brîtanya hene.

 

Basnews

Top