Franklin Graham: Mesrûr Barzanî û gelê Kurdistanê di têkoşîna ji bo azadiyê berdewam in
Serokê Rêxistina (Samaritan'si Purse and the Billy Graham Evangelistic Association) Franklin Graham, ragihandiye bi navçekirina Enkawe ku ji aliyê Mesrûr Barzanî ve biryar li ser hatiye dayîn, pêngaveke bi arasteya alîkariya mesîhiyan û pêkhateyên din.
Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê Serokê Rêxistina (Samaritan'si Purse and the Billy Graham Evangelistic Association Franklin Graham, ragihandiye: ‘’Dixwazim sipasiya xwe ya bêpayanî arasteyî Serokwzezîr Mesrûr Barzanî bikim ji bo wan pêngavên bi arasteya alîkariya mesîhî û pêkhateyên din dike. ‘’
Herwiha Franklin Graham gotiye: ‘’ Hêvî dikim Xwedê bereketê bixe ser xwe û gelê Kurdistanê ku berdwamin di têkoşanê de ji bo azadiyê.’’
Rêxistina Samaritan'si Purse and the Billy Graham Evangelistic Association li ser asta cihanê ji bo parastin û alîkariya mesiyên li jêr metirsiyê dane alîkariyê dike.
Basnews
