Serdar Umer Axayê Sûrçî: Dengê me ji bo kandîdên PDKê ye
Kesayeyetiyê naskirî yê Kurdistanê û yê eşîra Sûrçî Serdar Umer Axayê Sûrçî ragihandiye denge wan ji bo kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.
Serdar Umer Axayê Sûrçî îro roja sêşemê 05.10.2021ê ji malpera fermî ya PDKê re axiviye û tê de ragihandiye, piştî xwendina rewaş Kurdistanê wan biryar daye ji niha û pê de di nava rêzên PDKê de di xebata xwe de berdewam bin.
Serdar Umer Axayê Sûrçî herweha ragihandiye wî û 800 gencên Sûrçiyan hatine nava rêzên PDKê û bi armanca aramî û avadaniyê deng bidin kandîdên PDKê.
Di berdewamiyê jî Serdar Umer Axayê Sûrçî ji îro pê de ew dê li nava rêzên PDKê û Rêbaza Barzanî berdewam bin li ser xebata xwe û ew ê ji bo kandîdên PDKê kar bikin li herêmên xwe.
Basnews
