• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK: Bi qestî nehîştin em li Mûsilê bibin yekem

PDK: Bi qestî nehîştin em li Mûsilê bibin yekem
Polîtboruya PDKê ragihand, dengê Kurdên Êzidî li Şingalê hat enfalkirin û nehîştin ku PDK li Neynewa (Mûsil) bibe yekem. PDK herwiha dibêje, komîsyona hilbijartinan a Iraqê di erkên xwe de serkevtî nebûye û nekariye çareseriya wê saxtekariya mezin bike, ku çê bûye.


Roja Yekşemî 21ê Gulana 2018, Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya. Piştî civînê jî daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û têde behsa mijarên weke hilbijartinên parlamentoya Iraqê û saxtekariyên têde û rewşa kurdan hatiye kirin.



Polîtboruya PDKê di beşeke daxuyaniya xwe de rexne li komîsyona hilbijartinan a Iraqê girtiye û ragihandiye: “Piştî fişarxistina ser her du rêveberên ofîsên komîsyonê yên li Hewlêr û Duhokê ji aliyê komîsyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan li Bexdayê, hinek ji komîsyar jî bê alî nebûn di karkirina xwe de, belku bi temamî weke nûnerên aliyên siyasî tevdigeriyan û dijatiya partiya me dikirin û hewl didan, ku dengê PDKê kêm bikin, di demekê de ku partiya me nûner nebû di komîsyona bilind de.”



Di beşeke din a daxuyaniyê de, PDKê komîsyon bi wê yekê tohmetbar kiriye, ku nehîştine lîsta PDKê li Neynewa (Mûsil) bibe lîsta yekem û dibêje: “Hejmarnekirina bi qestî ya hejmareke berçav a sindoqên kampên awareyên Şingalê yên li sînorê parêzgeha Duhokê, ku beşa herî zêde ya xûşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bûn, ku ji enfala DAIŞê rizgar bibûn û kandîdên wan ji dengên dengderên xwe hatin bêparkirin, ku ev jî corek e ji enfala dengên êzidiyan. Ew û hewlên din jî bi berfirehî ji bo wê yekê dihatin dan, ku PDK li ser asta parêzgeha Neynewa nebe lîsta yekem.”



PDK derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî ragihandiye: “Em dê li gel partî û aliyên iraqî jî dest bi gotûbêjê bikin, bo çareserkirina hemû kêşeyan. Bo vê mebestê jî civînê biryar da, ku şandeke payebilind bişîne Bexdayê, daku li ser mijara pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê de gotûbêjan bike.”



Polîtboruya PDKê behsa parçe parçebûna aliyên siyasî yên Kurdistanê dike û tekez dike: “Zêdebarî parçe parçebûna dengê Kurdistan di lîstên cuda de, her çend ku em di vê baweriyê de bûn û me hewl jî bo wê yekê da, ku em yekdeng û yekhelwest bin bo vê proseyê di vê qonaxa hesas de, lê belê niha jî ew bawerî p ew encam me dixin berdem berpirsatiyê û erka giran a netewî û niştimanî di çar salên dahatî de. Herwiha ew dengê zêde û bawerîbexşîna xelkê Kurdistanê bi PDKê, ku tevahiya wan pêşbîniyên hin kes û aliyan, ku hêviya wan dijatîkirina PDKê û şikandina îradeya xelkê Kurdistanê bû, bi tevahî berovajî kir û xiste nav gorê.”



Herwiha di beşeke din a daxuyaniya xwe de, PDK daxwaz ji komîsyona hilbijartinan dike, ku rê ji betalbûna dengên Kurdên Êzidî bigre û dibêje: “Ji bo nehêlana gumanên zêde û derketina hinek ji komîsyaran ji erk û pîşeya xwe, em bi pêwîst dizanin ku komîsyoa bilinda serbixwe ya hilbijartinên Iraqê, pêdeçûneke cidî encam bide û rê li betalbûna wê hejmara zêde ya dengan bigre û pabendî sonda xwe bin, her çend ku derket holê ku komîsyon di erkên xwe de serkevtî nebûye û nekariye çareseriya wan saxtekariyên zêde bike, ku çê bûye, heta şepirzeyî di şêwaza ragihandina encamên dawiyê de hî xuya bû.”

Rudaw
Top