HDP karnameya çareseriya pirsa Kurdî radigihîne
Li gorî zanyariyan, dê di merasimekê de li bajarê Amedê, Karnameya Çareseriya Demokratîk a Kêşeya Kurdî ku ev demeke dirêj e kar li ser dike, ji bo nerîna giştî ragihîne.
Merasim dê bi beşdarbûna hevserokên HDPê û berpirsên wê partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û hejmarek ji kandîdên parlementoya Tirkiyê birêve biçe.
Tê çaverêkirin, ku karnameya HDPê rê û rêbaza çareseriya kêşeya kurdî li Tirkiyê, modêlên birêvebirinê, dawîanîna li şer û pirsa berdengiyê (muxatebiyê) û hejmareke babetên din li xwe bigire.
HDP bi riya vê karnameyê dixwaze careke din xwesteka xwe ji bo çareseriya aştiyane ya kêşeya kurdî rabigihîne ku yek ji girîngtirîn kêşeyên Tirkiyê ye û pêwîstiya wê bi çareseriyeke bilez heye.
Aşkerekirina bernameyeke wisa ji aliyê HDPê ve di demekê de ye, ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk bûne û biryar e di 24ê Hezîrana îsal de bihêne sazdan.
HDPê ji bilî beşdarbûna di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de, bi berbijêrkirina hevserokê xwe yê berê Selahattin Demirtaş beşdariyê di hilbijartinên serokomariya wî welatî de jî dike.
Rudaw
